ta felek dewrey neda sed kewkebî awa nebû

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  2763 Dîtin
ta felek dewrey neda sed kewkebî awa nebû
kewkebey mîhrî mubarek tel’etî peyda nebû
ta negrya asman û, tem wiłatî da negirt,
guł çemen ara nebû, hem lêwî ẍunçe wa nebû
ta çemen pîra le ser, esłî dirextî la neda,
fer’î taze, xuřřem û berz û bułend bała nebû
ta suleymananNava taybet nebûne sedrî textî axîret,
eḧmedî muxtarNava taybety ême şahî text ara nebû
qîsse bê perde û kînayet xoşe, şahî min ke wa
’adîlê bû qet ’edîlî ew le dinyada nebû,
bo nişîngey murẍî řoḧî ew ke ’alî fîtrete
cêgeyî xoştir le řewzey cinة alim’ewîErebî nebû
wek qyasêkî ke musbet bê, netîcey bête cê
ḧemdu lîlla şeh ke ’alî ca bû, xalî ca nebû
şahî cem ca nalyaNasnava edebî tarîx cimFarsî te’rîxye
da nełên lem ’esreda eskenderî cem ca nebû