bebê ẍem jya

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  387 Dîtin
ewey lem çerxe bebê ẍem jya
behrey dî le jîn gerçî kem jya
ew merde gyanî awêtey derde
ke bo dînar û bo dirhem jya
tiruskey çiray jyanî kize
kesê ta mawe be matem jya
bê şik mirduwe gerçî zîndû bê
ewey bê behre û bê berhem jya
pest û bênerx û sûke mirovêk
wek canewerî çya û çem jya
biřwa nakirê be çakîy kesêk
lew dûr kewtewe legeł em jya