minałî xirap

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  235 Dîtin
minałî xirap le xêzanêka
wek agir waye le xermanêka
çon agir xerman pak esûtênê
minał le xêzan ser’eşêwênê
minałî xirap kewa cinêwfiroşe
mox û îsqanî pîs û nexoşe
minał be çakî perwerde nekirê
řêgey napak û bedxiwan egrê
ger bawik û daykî çawyan lê poşî
ejî be pîsî û pestî û bêhoşî
minałê ke dît biłḧ û bedkare
bawkî lem kare zor tawanbare
minałî xirap mergî baştire
mirdin le jînî pîs hîwaştire