şînname bo lîlosî cwanemerg

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 2 Xulek  274 Dîtin
kiçe cwanekey zor xoşewîstim
tenha jyanî to bû mebestim
le dinya mayey şadmanîm bûy
berhemî baxî kameranîm bûy
çaktir û paktir kuřezay min bûy
lenaw derûn û diłma sakîn bûy
emwîst wekû guł bigeşêtewe
nek wa be cwanî serbinêtewe
emwîst ke řołet bigirme baweş
nebim le xendey lêweket bêbeş
emwîst witar û hestit şîrîn bê
gyanit arezûy le xoşîy jîn bê
nem’ewîst kewa be namradî
ke becê bêłî dinyay azadî
nem’ewîst kewa zor be kesasî
demit lêk binêy kesman nenasî
nem’ewîst bergî diwayt kifin bê
şêwey şîrînit le ême win bê
nem’ewîst kewa dayk û kes û kar
bot bigrîn be kuł wek hewrî behar
lîlosKes ey lîlos şoxî cwanemerg
wa let û pet bû laman dił û cerg
şêwey diłsozit naçê lebîrim
wek to xwên pak û ziring û jîrim
îtir bêkełke lelay min jyan
xozge min ebûm bo to be qurban
qet sařêj nabê cergî biřawim
her bo to egrîm hetakû mawim
dême ser gořit herkat û satê
ta firîştey merg bełkû emgatê