řeqîb û mudde’î fîtne û ’îlaqey çawî cadûtin

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  1658 Dîtin
řeqîb û mudde’î fîtne û ’îlaqey çawî cadûtin
le goşey goşewaret na’îbî harût û marûtin
nebatatî zewî wek munzewî hatûne der, ye’nî:
hemû serxoş û mest û řojperist û ’aşiqî řûtin
were nêw bezmî gułzaran û guł zaran, temaşake:
seraser pêkenînî guł, lebaleb ẍunçe pişkûtin
çi qesir û da’îre û taqê, tya to taqî afaqî,
ney û mutrîb, mey û saqî, guł û bulbul hemû cûtin
le şewqî řûyî şem’ û, zułfî dûd û, tuřřeyî mecmer
supend û, ’ûd û, perwane, bixûr û, ẍalye sûtin
ḧebîban hemdemî ahû denoşin řaḧî řeyḧanî
řeqîban hemdemî ah û dekêşin dûkełî tûtin
gelê şêr û pułeng û baz û şahênî şehenşahî
wekû nalîNasnava edebî be dił nêçîrî řawî çawî cadûtin