dił dełê seyrî çemen xoşe cewabî nadem

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  3375 Dîtin
dił dełê seyrî çemen xoşe, cewabî nadem
muddetêke le qefesdaye, ’ezabî nadem
meclîsêkî çemen û bulbul û bezmî gul û mul
be dused medrese û ders û kîtabî nadem
gutim: ey mah, diłî min be diłî xot bikře!
gutî: min berdî beqîmet be kebabî nadem
goşegîrim le birot û, muteweḧḧîş le mujet
řoḧî şîrînim eber şîr û qulabî nadem
tełebî sîneyî çakim meke bew çawane
sînekem çake be însanî xerabî nadem
nalyaNasnava edebî em ẍezelet taze be taze wituwe
be dûsed «mesnewî» û «lubbî lubab»y nadem