ḧeqim nîye beseryewe

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  328 Dîtin
ew yare her karê eka
ḧeqim nîye beseryewe
meyłî çi gułzarê eka
min eçme jêr sêberyewe
***
be min ełê kake «’elîNasnava edebî»
minit be řastî xoş ewê
to pyawêkî jîrî gelê
ewey xirape natewê
***
witim ey gyanî şîrînim
řoḧ û hest û bîr û hoşim
le cwanî toda ebînim
koylem le qapya xoşim
***
min eger bê tom xoş newê
jînim şitêkî bê nerxe
to řoḧmî û her tom ewê
desa řûy xotim bo derxe