destim bo lîmo bird

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  261 Dîtin
leser ew sîney meřmeřî nerim
xerîk bû destim bo lîmo berim
lêm hate cewab witî: lîmo nîm
min pirteqałim kabray bêşerim
witim: ger lîmoy ya pirteqałî
bûyte zînetî singî dulberim
destit bo ebem maçîşt ekem
heme le cwanît coşêkî germ
le řêgey ’eşqî řûy ew nîgare
pêm xoşe danêm min řoḧ û serim
eger hemû řoj řûy ew nebînim
weha ezanim ke derbederim