fermanî dawe

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  365 Dîtin
ke ew yare be min fermanî dawe
çi řêgey serkeşî bo min nemawe
witî: gyanit fîday min ke witim baş
eger neykem diłî yar lêm şikawe
xuda neyka diłî bişkê le min ew
le bo min karî wa zor natewawe
be qurbanî ekem saman û gyanim
ke bo min şadîye řûnakî çawe
ewaney wîstyan yar lêm biřencê
xeyałêke le layan puç û xawe
biřon bimirin be daxî dił hejaran?
dehołî nalebarîtan diřawe
le bo fewtanî bedxiwahanî diłdar
be hêzî řoḧ û hełmet bûme kawe