be destî nerimit

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  442 Dîtin
destim ke bigrî be destî nerimit
beramber be min nemênê şerimit
pêşkeşt ekem řoḧî bê nerxim
ebme qurbanî henasey gerimit
çende lam xoş bû ke dwênê fermût
her katê mirdî dême jêr terimit
bêguman gyane zîndû ebmewe
bête gwêm watey şîrîn û nerimit
gyanim fîdat bê le bîrim neçuwe
xistite ser řanit ew řoje serimit