le jîn bêzarim

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  434 Dîtin
herçend demêke le jîn bêzarim
be temay maçî serkułmî yarim
eger çî le şar min derbeder bûm
be dił û be řoḧ herwa le şarim
min le pênawî ’eşqî nîgara
le xoşxiwanîya sermayedarim
ẍemî dił minî kirduwe pejare
umêdim zore yar bika çarim
gelê zengînim le bîr û hoşa
qet biřwa meken kewa hejarim