be destî to şikawe

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  330 Dîtin
witim: dił wa be destî to şikawe
witî: em wateye modey nemawe
diłêk wek şûşe wa sûk û tenk bê
şeqî tê hełde to her bîxe lawe
witim: řoḧim le dewrî to esûřê
witî: wa dyare cêgey lê biřawe
ke řoḧêk hat û wa xwêřî û geřok bû
biřo bîde be dem bakey sebawe
witim: wa leser leber řêbazî toda
witî: key ser le řêga danrawe?
serêk wek dar û berd û xişt û gił bê
dyare meẍiz û hoşî tya nemawe
witim: saman û małim pêşkeşt bê
witî: meylim be pare û zêř nedawe
ewey bo małî dinya xofroşe
mirovêke kewa sûk û giławe
witim: wexte jyanî min tewaw bê
witî: to her jyanit natewawe
ewa ’umirit le ḧefta têpeřîwe
hemû êsqanî endamit swawe
witim: dyare ke to zor xwa nenasî
ke řûyek gyane nakey lay xudawe
etoş wa çirç ebê gona û dem û řût
bo gałte etxene naw sînemawe