le dugmey suxme dwênê nwêjî şêwan

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  3378 Dîtin
le dugmey suxme dwênê nwêjî şêwan
beyanî da sifîdey baxî sêwan
le xewfî tel’etî řoj herwekû şêt
be řûzerdî hełat û kewte kêwan
du çawî min ke wa keylî suruşkin,
depêwin awî beḧrî xwê be pêwan
meken lomey peşêwî dił ke emşew
peşêwawe leber perçem peşêwan
şerabî le’lî řummanî le nalîNasnava edebî
ḧerame bê mezey maçêkî lêwan