maçî demekey damê ke damê ser û małim

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  2472 Dîtin
maçî demekey damê ke damê ser û małim
binwaře çi seyyade, çi cellade be ḧałim!
’aşiq dełê nabê ke bida xoy le dawim
zułfim ke hemû dawe, hemû daneye xałim
bo tozî řehit dîde seqa û muje cařûb
tirsam ke le pêt çêt demê cêt bimałim
barî ẍemî can ebruwetî tîr û keman kird
ye’nî qedekey elfî mine êste ke dalim
destim mexe ser, ta qedemim sûtuwe, çawim!
yaxo be şîfa hatûy? çendêke enałim
řengîne be xwênawî derûnî, diłî nalîNasnava edebî
binwaře dełê xo xeneye penceyî ałim