ey taze cewan pîrim û uftade û kewtûm

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 2 Xulek  3792 Dîtin
ey taze cewan! pîrim û uftade û kewtûm
ta mawe ḧeyatim
destê bidere destî şiksitem, ke beser çûm
qurbanî wefatim
to yûsfî new ḧusnî leser mîsrî cînanî
min pîrim û fanî
lem kulbeyî eḧzane ne zîndûm û ne mirdûm
herwa be tematim
ferqêkî nekird nefsî nefîsim be ’înayet
weḧşî le wîlayet
lem goşeyî wêraneye her mamewe wek bûm
weyşûmî wiłatim
ey qubbeyî teybe ke dełêy ḧuqqeyî tîbî!
me’wayî ḧebîbî!
miskênim û bo xakî ’etirnake ke hatûm
bew bonewe hatim
herçende ke min ’ebdim û řûzerdim û ’asîm
me’mûle xelasîm
qurbanî bîlalim ke hîlalane hełatûm
her ’efwe xełatim
muddêke ke hem gerdişî dewranî supîhirim
muẍbeř buwe mîhirim
awêneyî dił şahîde herçende sîyeh řûm
mîr’atî celatim
ey mescîd û mîḧrabgehit qîbleyî ḧacat
bo ehlî munacat!
meḧcûbî hewam û, emete meşhedî me’lûm
bo řahî necatim
ey metłe’î enwarî hemû qasî û danî
şemsî semedanî
wek zeřřeyî bêcîlwe ne mewcûd û ne me’dûm
coyayî beratim
lem xakî derî řeḧmetî bêzeḧmete, nalîNasnava edebî
fîrdewse me’alî
ḧaşa ke lemêda bibme sa’îlî meḧrûm
herçend le ’usatim