řuxandî gerdişî gerdûn le her cê astanê bû

bo murad aẍay ako
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 2 Xulek  1783 Dîtin
řuxandî gerdişî gerdûn le her cê astanê bû
sutandî çerxî dûn perwer le her kwê aşyanê bû
weku teyyî sicil lilkitibErebî pêçayewe gerdûn
le her mihmansera asarî sifre û nan û xwanê bû
be ḧatem ger bikey teşbîhî em aẍaye bê ’eqłî
ke ferqî em legeł ew asman û řêsmanê bû
dirêẍ bo xanedanî marf aẍaNava taybety serwerî akoNava taybet
ke cêgey ’eyş û ’eşret, menbe’î emin û emanê bû
le cûd û bexşiş û en’amî xoy û qewm û etba’î
wekû şaname û řostem le her cê dastanê bû
keywimersî duwem, cemşîdî sanî, xusrewî salîs
suleymanî zeman, eskenderî saḧêbqiřanê bû
şewî wek zułfî yare û řûy ḧesûd û bextî min tarîk
legeł dîcûr û yelda wa ḧîsab ke tew’emanê bû
be namerdî şehîdyan kird wekû ḧemzeNava taybet û ’umerNava taybet, dujmin
murad aẍaNava taybet ke řojî ceng û de’wa qehremanê bû
kesê em serwî ře’nayey le pê xist gerdinî bişkê
çi zêba sûretê, ya řeb, çi şîrîn newcewanê bû
muradNava taybetyan boye naw nabû le wextî bexşiş û în’am
lebo babî murad destî kerîmî nerdebanê bû
le ḧeq şêx û mela û derwêş û sofî sa’îl û seyyaḧ
wekû ḧatem şefîq û diłnewaz û mîhrebanê bû
îtir netbê le mułkî řom řezaNasnava edebî ummêdî asayş
le pêş em kareda hêşta umêdî parçe nanê bû