řuxandî gerdişî gerdûn le her cê astanê bû

bo murad aẍay ako
From the Book:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
By:
Sheikh Riza Talabani (1831-1910)
 2 minutes  1782 views
řuxandî gerdişî gerdûn le her cê astanê bû
sutandî çerxî dûn perwer le her kwê aşyanê bû
weku teyyî sicil lilkitibArabic pêçayewe gerdûn
le her mihmansera asarî sifre û nan û xwanê bû
be ḧatem ger bikey teşbîhî em aẍaye bê ’eqłî
ke ferqî em legeł ew asman û řêsmanê bû
dirêẍ bo xanedanî marf aẍaNamed-Entityy serwerî akoNamed-Entity
ke cêgey ’eyş û ’eşret, menbe’î emin û emanê bû
le cûd û bexşiş û en’amî xoy û qewm û etba’î
wekû şaname û řostem le her cê dastanê bû
keywimersî duwem, cemşîdî sanî, xusrewî salîs
suleymanî zeman, eskenderî saḧêbqiřanê bû
şewî wek zułfî yare û řûy ḧesûd û bextî min tarîk
legeł dîcûr û yelda wa ḧîsab ke tew’emanê bû
be namerdî şehîdyan kird wekû ḧemzeNamed-Entity û ’umerNamed-Entity, dujmin
murad aẍaNamed-Entity ke řojî ceng û de’wa qehremanê bû
kesê em serwî ře’nayey le pê xist gerdinî bişkê
çi zêba sûretê, ya řeb, çi şîrîn newcewanê bû
muradNamed-Entityyan boye naw nabû le wextî bexşiş û în’am
lebo babî murad destî kerîmî nerdebanê bû
le ḧeq şêx û mela û derwêş û sofî sa’îl û seyyaḧ
wekû ḧatem şefîq û diłnewaz û mîhrebanê bû
îtir netbê le mułkî řom řezaPen name ummêdî asayş
le pêş em kareda hêşta umêdî parçe nanê bû