supay ẍem dewreyan dam des be metreq

sitayşî şêx sitar
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  1770 Dîtin
supay ẍem dewreyan dam des be metreq
le paş teşrîfî to dayanme ber şeq
ti’alîٰ alilhErebî le celladî fîraqit
deřêjê bê muḧaba xwênî naḧeq
mepirse bo le hîcranit nemirdim
ke min seg mergim û gyan sext û dił řeq
ke zînyan xiste ser peşt mayne řeş kwêt
geřa çawim le tawan zerd û ebłeq
le şewqî to wekû mensûrî ḧellacNava taybet
xirûsî teb’î min eygut: ena aliḧqErebî
le bezmî xesrewanda yek zemanê
murexxes bûm wekû destûrî mutłeq
emêstaş taqetim taqe û perêşan
xirûsim exrese û ḧałim mufeşşeq
le ber heywanî mizgewt êste bê to
weha dêm û deçim wek ḧacî leqleq
îlahî ’umir û cahit berqerar bê
’edût seringûn bê û xot muweffeq
simêłî şêx sitarNava taybet ḧeblu almetînErebîe
kelamî şêx řezaNasnava edebî weḧîy museddeq