bem ḧałe eger def’eye tir biçmewe kerkûk

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  2069 Dîtin
bem ḧałe eger def’eye tir biçmewe kerkûkCih
me’lûme be merdî neruwawe le serim tûk
boç biçmewe kerkûkî quřimsax ke legeł min
ehlî hemû nasaze wekû awî ḧemamûk
pêm xoşe le ber cewrî bira û lomeyî eqwam
sed car le ẍerîbî bikewm muflîs û meflûk
řojê be muradî minîş ełbet degeřê çerx
em mîçe qerarî nîye, gahê cike geh bûk
şahî ke nebê řadebwêrîn be feqîrî
bo ehlî qena’et le piław xoştire dandûk
şeş mange zyatir ke le paş mergî pider min
meẍdûrim û mezłûm û cefa dîde û mehtûk
ta saknî koy mame ẍefûrim weku feẍfûr
kîsem piře da’îm le zeř û lîreyî meskûk
pabendî xelayq nîye teb’im wekû xełkî
bê kulfetim û řendim û seyyaḧim û salûk
min xwaceyî eḧrarim û amêzşî dinya,
hêştake nemîkirduwete bendeyî memlûk
wek lam’Nasnava edebîy şa’îr nîye êstê le cîhanda
şîrîn suxen û qabîl û xoş tebi’ û řeza sûk