pûre şukirî besîye ba netgêm û simtit leq nekem

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 2 Xulek  4183 Dîtin
pûre şukirî besîye ba netgêm û simtit leq nekem
dayke kêrxorit hewałey sûrî ser ebłeq nekem
nîyetim bû def’eyê xomit pya dem baz witim
neqse bo emsalî min ba gwê le her eḧmeq nekem
min ke şehbazî şikar endazî şahîm pê dełên
ḧeyfe ba ahengî cengî ser geř û leqleq nekem
to be carê wek jinî faḧîşe pêt lê hełbiřî
ne’, witim, xeyrî nîye, çawêkî ger lê zeq nekem
ḧîze sa xot bigre ta bot bême meydanî mesaf
şerte hîçit pê nełêm ta bin gunit nesteq nekem
kone ḧîzî şarî beẍda, lêm ḧeram bê şa’îrî
ger kuzî xuşkit wekû eywanî kîsra şeq nekem
her wekû mestîm be ferdê ga, xwa řoḧim berê
mulḧîdî kafir mezeb ger toş be ew mulḧeq nekem
min dezanim kê le xiştey birdûyî emma çi sûd
seyîde, seyîd, qisey sûkî debê derḧeq nekem
pêy biłê ba muntebîh bê toyş gen û gû bes bixo
ba silêmanîCih be carê kafrî mutłeq nekem
’ehde kirdûme le xizmet şêx řezaNasnava edebî da wirçe kwêr
neyxeme naw lingî daykit ta le toy êreq nekem