baban başnidih bîr batman yişîl war
hecwî kakeyî
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
5 Xulek
2865 Dîtin
baban başnidih bîr batman yişîl warTirkî
îmam alqum fî tiqsîm şilwarErebî
hetane her wekû bîstûme bezmê
le sałêka şewê yaranî dîndar
’emûdêkim heye wek tûłî dawud
kutame jêrî kurkey daye řêzwar
tisêkî kend be řîşî seyîd birake
tiřêkî da be yadî bawe yadgar
debestin ḧelqeyê wek ’eqdî perwîn
le cêgayekî xałî leyse deyّarErebî
be çoka dê qutey mil nêrke kardû
weku bulbul exwênê we’iz û guftar
dexwênê mersîyey malosî merḧûm
yekaney gun řeş û gaḧolî şaxdar
wekû baran be kilkî pîresegda
be řîşî dadeçořê eşkî xûnbar
lepaş îkmalî řesim û matem û şîn
weřîn des pê deka wek kelbî hewşar
mi’azalilhErebî dełê ya ayha alqumErebî
diroye ḧeşir û neşir û cennet û nar
le gwê megirin qisey axundî sunnî
be aşûbin melay ser linge destar
ẍerez lem cirit û firit û fak û fîke
îta’ey eşqyaye û def’î eşrar
ḧululî mezhebêke bê girê û qorit
tenasux řêgeyêke řast û hemwar
bîḧemdyalilhErebî nema kak eḧmedî şêx
zehawî mird û gořî gum bû çaw mar
eger bê şêx ’elîş def’u albelaErebî bê
îtir dinya debête ’eynî gułzar
bimênê ya nemênê çî le des dê
be tenha şêx řezaNasnava edebîkey herze guftar
eger mişte û mişarîş bê zimanî
’îlac dekirê be miştî piř le dînar
be dînarî ’îlac ken ya be simtî
bilûrînî kuřêkî saderuxsar
’ezîzan mezhebî yaranî cem cem
le ser sê řukne: ewwel terkî azar
duwem îkiramî zeyf û şertî salîs
le herdû ’umdetir, kîtmanî esrar
emaneş cumle peşmin, esłî meqsed
çware pêt biłêm ey pîrî huşyar
şiksitey cewz û tûłî sewz û kełbey
berazî boz û kelley xûgî mirdar
eger derçê le ser em dîne řoḧit
deçête qalbêkî şox û nazdar
ze’îf bê xwanexwaste î’tîqadit
be ayîn û be erkan û be etwar
nekey tersê be řîşî xelfe bapîr
nedey ganê le řêgey bawe yadgarNava taybet
şyakey gaweḧol negrî le řîşt
neçîte jêr kułînî daye řêzwarNava taybet
qepozit danepoşê ber simêłit
be ser milta neyê wek yałî kemtyar
le qîbley mistefa řû wernegêřê
leřêgey şeri’da nemrî, gunahkar
le peşmî řîxnakî ber simêłit
neřêsin serkele û destibend û hewsar
ke mirdî řoḧî napakit be çustî
le însanî eçête şikłî segsar
werin yaran şewî mî’ade emşew
le pê derpê fiřê den, xizim û eẍyar
şewałî zerd û sûr wek xermenî guł
le ser mafûrî zeř řoy ken be xerwar
şewałî xamek û zeřbefit û xara
le ser yek day binên wek małî tuccar
kenîz û xanim û xatûn û xadim
feqîr û mun’îm û derwêş û salar
nedîm û noker û aẍa û efendî
le dewrî danîşin wek xettî peřgar
le nezmî bezmî cem saqî bigêřê
şerab û lê bida mutrîb le mizmar
nebîz û şerbet û nuqił û meze û mey
def û tembûr û saz û berbut û tar
debê em bezme her bem nezme biřwa
heta dû ḧîsse řabûrê le şewgar
ke dinya bû be řûy qeymasî zengî
serey beş kirdinî şełware emcar
be qur’ey me’delet yekyek beşî ken
mepirsin le eqreba û qewm û kes û kar
mepirsin dayk û pûr û xuşk û xwarza
lejêr kurkey berin, bê qewl û guftar
be qewlî bawe bawe û mîre mîre
mîsalî kêr û kuz her wek kun û mar
be şer’î mezdek û ayînî babek
duxûlî ca’îze îsmî kunadar
fihya sadtî liluti’ walnîkErebî
liqid ’ilimtikim tiqsîm şilwarErebî
çira pif lê ken û şêrane hestin
şeqê hełden le perdey ’îsmet û ’ar
ser û derpê berin bê ferq û temîyz
dem û dest saḧîbî derpê biken dyar
şewałî her kesê ber her kesê kewt
îtir ferqî neka bîgrête ber kar
ke em we’zey tewaw kird pîre axun
îtir her pif le şem’e û tif le ḧeytar
îtir her etkî dîn û kesrî namûs
îtir her terkî şerim û ’îffet û ’ar
îtir her ling ebête lam elf la
îtir her kêr ebête baskî hawar
îtir her gûmezey simte desûřê
be sûrey ser xiřa wek çerxî dewwar
îtir her lê peřîne û lê xuřîne
berew jûr û berew jêr û berew xwar
îtir her dayke pîre û heł enîşê
be kelley kêrewe wek wirçî serdar
îtir her paweney zîwe û ziřey dê
le ber kut pêwedan exşê le dîwar
îtir her xepleye wek çawî kazir
be metreq deykutin sadatî ebrar
îtir her nawgełî xûbanî bîkire
le xwêna sûr debê wek bergî gułnar
îtir her kêre wek peykanî goştîn
be jêr binya deçê wek peřřî sûfar
îtir ya xwa nesîbî duşminit bê
birînî nêze û nûzey birîndar
minałê lew şewe peyda bê layan
debête seyîd û řêzdarî muxtar
le wesfî kakeyî ger serfî ’umirim
bikem nakem beyanî ’uşrî mî’şar