kêr ke hesta ne le bêgane depirsê ne le xwêş

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  7762 Dîtin
kêr ke hesta ne le bêgane depirsê ne le xwêş
gurzî xoy her deweşênê çi le paş û çi le pêş
heme kêrêkî qewî hênd be kunî tenga çuwe
seruçawî hemû zamdare perasûy hemû řêş
ta milî ẍerqe le çerma weku sîwakî mela
pirçî efşane le ser piştî milî wek derwêş
pałewanêkî qewî qołe le mîlbazîda
meḧkeme řîşe û bêxî wekû şaxî gamêş