mîr be sed minnet henardî êstirêkî řût û qût
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
2 Xulek
4553 Dîtin
mîr be sed minnet henardî êstirêkî řût û qût
dest û pa sist û seqet endamî her wek ’enkebût
xawenî alîkî nałêm pêy nedawe mutłeqa
dawyetî emma wekû bîstûme qûtî layemût
pûş le lay ḧelwaye ḧetta ger pełoşey çing kewê
bay eda, lûlî eda, qûtî eda, manendî ḧût
ger çî natwanê bibziwê hênd leř û kem quwete
denke coyêkî nîşan dey ta qyamet dê le dût
piştî řêş û şanî zamdar û cedew bû, na’îlac
çend qiroşêkim hebû bom da be newt û ’enzeřût
sey fetaḧNava taybety meyterm řojê be ḧuccet lêy newî
kilkî derhêna le bin emca be astem gwêy bizût
ger qełew bê em ecnine nêre tesxîr nakirê
ẍeyrî çend derwêşî řeffa’î be zebrî celcelût
mesłeḧet waye heta neyxiwardûm bînêrmewe
zor etirsim def’eyê qûtim bida, bimka be qût
em meta’e çake her layq be ḧacî eḧmedNava taybete
cûtî pê bika her wekû cût herdû lingit kird be cût
layqî şanî min û şayanî şe’nî to nebû
çawekem çît pê biłêm çarim nîye ẍeyrî sikût