demkujê ḧukme dezanim be xuda derdî ḧebîb

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  4334 Dîtin
demkujê ḧukme dezanim be xuda derdî ḧebîb
were sa beşqî xwa des le yeqem berde tebîb
were destê bixeme gerdinî billûrînit
ta wekû sifre le daẍa bidřê wirgî řeqîb
tal’im neḧse detirsim ke be azarî fîraq
bimirim û řojê nebê dewłetî wesiłim be nesîb
çawî fettanî to ew saḧîre cadûgereye
ke be yek ’îşwe eda ’abîdî sed sałe ferîb
ta le to dûre diłî ẍemzede ey řaḧetî can
meşrîq û meẍrîbe mabeynî legeł sebir û şekîb
bê feraz nabê neşîb, em qise teḧqîqe welê
min le řêy ’eşqî to nemdî be xuda ẍeyrî neşîb
qeydî zułfe le ser û sefḧeyî řût sabîte, ya
tînet û tîbe ke memzûce legeł zînet û zîb
şêx degořêtewe ger çawî be zułifit bikewê
xerqe û sebḧe be zunnar û çelîpa û selîb
taqetî taq buwe bêçare lejêr barî fîraq
bike řeḧmê be řezaNasnava edebî, çake teřeḧḧum be ẍerîb