bo nesûtê ciger û bo çî nebê dił be kebab

le fîraqî qadrî westa xidir
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  2865 Dîtin
bo nesûtê ciger û bo çî nebê dił be kebab
bo çî neřwa le tenim řoḧî řewan mîslî şehab
bo le serçaweyî çaw hełnequłê řeşḧeyî xwên
boç le fewwareyî mujgan netkê qetreyî ab
bo le ber nałey nebê ḧełqeyî ḧełqim be sirûd
boç le ber girye nebê çeşmeyî çeşmim be serab
mu’nîsî řoj û şewm ba’îsî aramî diłim
řoyî û min le ẍemî kewtime nêw beḧrî ’ezab
be wiqû’î seferî qadrî westa xidirim
xaneyî ’eyşimî tał kird felekî xanexerab
çeng û ney lê mede mutrîb ke leber fîrqetî ew
řenekî řoḧe le gwêm neẍmeyî awazî řebab
saẍerî mey mede saqî! ke le ber dûrîyî ew
tałe wek jehrî helahîl le mezaqim meyî nab
karî kirdin nebû em kare ke gerdûnî denî
kirdî, řûy řeş bê weku bextî min û peřřî ẍurab
ey řezaNasnava edebî! řenge le ber fîrqetî ew mu’nîse to
qet nebî xałî wekû kûre le sozî teb û tab