kwa şahim kwa mahim kwa serdarî xûbanim

Li pirtûka:
Şî’rekanî Şukrî Fezɫî
Berhema:
Şukrî Fezɫî (1882-1926)
 1 Xulek  794 Dîtin
kwa şahim? kwa mahim? kwa serdarî xûbanim?
kwa aramî gyan û dił, kwanê mîrî mîranim?
kwa řaḧet řesanî xatrî meḧzûn û ẍemgînim?
kwanê řoşnayî bexşî dîdey eşk řêjanim?
kwanê şehsiwarî ’erseyî ḧusin û melaḧetman
kwanê şay supahî dulberanî mahřûyanim
seba! lutfê bike, bêne peyamê bo minî bê dił
kwanê yosfî sanî, kwanê canî cananim?
minî dûçarî derd û hîcir kird ew şoxe û řoyî
beẍeyrez maçî lêwî ew nîye êstake dermanim
’eceb, řeḧmî be ḧałî min nîye ew lale řuxsare
ke êsta lalezarêke le xwênî eşk damanim
be narî fîrqetî sûta be yekser cerg û can û dił
xuda řeḧmê be ḧałî min neka mumkîn nîye manim
le wechî merḧemet emşew le çerxî heftema hemmîNasnava edebî
mela’îk zar û nałîn bû, lebo ḧałî perêşanim