wa dulberî em şare hemû mah cebînin

Li pirtûka:
Şî’rekanî Şukrî Fezɫî
Berhema:
Şukrî Fezɫî (1882-1926)
 1 Xulek  660 Dîtin
wa dulberî em şare hemû mah cebînin
yeẍmagerî hoş û xîred û řehzenî dînin
sîmîn zeqen û guł bedenin, kebik xeramin
hem řaḧetî can û diłî ’uşşaqî ḧezînin
fîlcumle wekû taze nîhalî îremin hem
wek laleyî xuld û gułî fîrdewsî berînin
ahû řewşin, tawsî zeřřîn peř û bałn
em deste, mela’îk sîfet û şehirinşînin
her yek ke be dû nêrgisî cadû le fisûnda
ba’îs be hewa û keşmekeşî řûyî zemînin
řû ẍunçeyî lalen, wekû ẍîlmanî beheştin
ba naz û kirîşme, hemû wek ḧûr cebînin
her yek ke be boyî şikenî perçemî piř xem
qîmet şikenî saḧe û hem nafeyî çînin
bo burcî temaşa qemer û şems û nucûmin
bo wechî letafet hemû wek duřřî semînin
yek yek hemû nawik mije û ebro kemanin
her leḧze lebo kuştinî ’aşiq le kemînin
farẍ nîye her leḧze le çend laşeyî ’aşiq
her leḧze dûsed xeste leber ah û enînin
destyan hemû hemmîNasnava edebî ke leser tîẍî debane
her leḧze weha ḧazir û amade be kînin