em sawe beçane ke le ewsafî nemamin

Li pirtûka:
Şî’rekanî Şukrî Fezɫî
Berhema:
Şukrî Fezɫî (1882-1926)
 1 Xulek  996 Dîtin
em sawe beçane ke le ewsafî nemamin
derdit edenê, tefre mexo, qed mełê řamin
ga dostî wefadar, gehê dujminî xunxiwar
dił nerim ebê gahêk û gehê sextî kelamin
ẍemgîn mebe, nek bo to, wefayan nîye bo kes
me’lûme ke em taqme wek tasî ḧemamin
dû řûn wekû kaẍez, dû zimanin her wekû xame
řeş ’eynî merekeb le dił, xarc le niqamin
her ew kese danaye ke wa serfî nezer ka
lew bê ber û piştane ke wa meşhûrî tamin
lem ’esre serit suř meke hemmîNasnava edebî ke emane
herwa le wefada, çenê bê ’ehd û dewamin