gułbinî qeddit le qubbey sîne ẍunçey kirduwe

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  1995 Dîtin
gułbinî qeddit le qubbey sîne ẍunçey kirduwe
ẍunçe bem şîrînîye qet neyşeker neykirduwe
nexlî bałat newbere, taze şikofey kirduwe
to ke boy şîrit le dem dê, em memet key kirduwe!
qametit nexle, be şîrî, fa’îqey pey kirduwe
neḧlî bênêşî memet şehdî sipî qey kirduwe
nexil û řumman pêkewen, ya baẍeban wey kirduwe:
serwî hênawe le sêb û bey muturbey kirduwe!
bo memk nalîNasnava edebî çi mindałane wey wey kirduwe
gerçî mûy wek şîre, bew şîre şikofey kirduwe
xoş be herdû dest û dem girtûye oxey kirduwe
kîzb û tuhmet, îftîra û buhtan ke tobey kirduwe