guł ke yaẍî û dem diřaw bû, kewte laf û řeng û boy

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 2 Xulek  2393 Dîtin
guł ke yaẍî û dem diřaw bû, kewte laf û řeng û boy
baẍeban gwêy girt û, wa hênay be destî beste boy
řengî zerd û sûrî xewf û xecłetî, awî ḧeyay
wa tikaw, ercû deken ’efwî bika wek ’ebdî xoy
çunke bênî bêwefayî û naz û şoxî lê dehat,
nardîye bazařî řîswayî ke bîda şust û şoy
dest be dest çû ta geyşte destî ’ettarî sefîh
naye ser nar û ’ezabî řoḧî da û sifit û soy
çunke menşûrî gułendamî be nawî xoy dewê
yar, eger lew baẍîyane kes bimênê, ’are boy
meh be şew hełdê, pena degrêt û denwêtin be řoj
da bigate sîřřî peççey perçem û wesfî biroy
ger biłêm: şemsî, dełê: ew xoş řuwe bêperdeye
wer biłêm: serwî, dełê: ew eḧmeqe kwa giftugoy!
dîde û dił herdû wa cobar û coyay qeddî ton
serwî diłcoy ’er’er û, diłcoy nemamî dîdecoy
çunke bawkî řomî û daykî ḧebeş bû, ma be beyn
řoj û şew, kafûr û mîskî, řû genim, xał denke coy
min gutim: serwî qedit mewzûne, ew teb’em heye
ew gutî: nalîNasnava edebî be mîzabî kînayetman deşoy