ewa pîrî hat bû be mîwanim

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  587 Dîtin
# ewa pîrî hat bû be mîwanim # çen ’eybî hêna day na le şanim # bê hêzî ejno û ḧukmî çawanim
 
heta kotayî małî wêranim # řezîl û xistey penay dîwarim # le ser ta be pê gişt derdedarim # le hîç cêgeye nîye qerarim
 
layeq bo mirdin çake nemamim # temenî lawî be xoş û şadî # be hewa řoy be dił azadî # bekam û be şewq zor be guşadî
 
ewa tewaw bû ’umrî cwanim # sa beç řû řû keme meydan # be řûyekî řeş be kołê ’usyan # be xom mał kawil sed car peşîman
 
çaw şoř û řîsway dewr û cîranim # ewraq ḧazre leber des ḧakim # le îmřo be dwa bo mirdin çakim # ewełî xak û axrî xakim
 
piştim le dunya řû le qebranim # hîç çakem nebû le darî dunya # twêşem heł negirt bo řojî ceza # řû zerd û mil keç le meydanî xwa
 
her xom bê çare û řenc be xesranim # lutfîNasnava edebî to taze ’umirit ledes çû # meyxere yadit zemanî pêşû # ewey ke mawe hełse zû be zû
 
biłê ey xuda dexîl amanim