ewa pîrî hat bû be mîwanim
From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
1 minutes
859 views
#
ewa pîrî hat bû be mîwanim
#
çen ’eybî hêna day na le şanim
#
bê hêzî ejno û ḧukmî çawanim
heta kotayî małî wêranim
#
řezîl û xistey penay dîwarim
#
le ser ta be pê gişt derdedarim
#
le hîç cêgeye nîye qerarim
layeq bo mirdin çake nemamim
#
temenî lawî be xoş û şadî
#
be hewa řoy be dił azadî
#
bekam û be şewq zor be guşadî
ewa tewaw bû ’umrî cwanim
#
sa beç řû řû keme meydan
#
be řûyekî řeş be kołê ’usyan
#
be xom mał kawil sed car peşîman
çaw şoř û řîsway dewr û cîranim
#
ewraq ḧazre leber des ḧakim
#
le îmřo be dwa bo mirdin çakim
#
ewełî xak û axrî xakim
piştim le dunya řû le qebranim
#
hîç çakem nebû le darî dunya
#
twêşem heł negirt bo řojî ceza
#
řû zerd û mil keç le meydanî xwa
her xom bê çare û řenc be xesranim
#
lutfîPen name to taze ’umirit ledes çû
#
meyxere yadit zemanî pêşû
#
ewey ke mawe hełse zû be zû
biłê ey xuda dexîl amanim