îmřo danîştim le penay dîwar

bextî xewałom
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 2 Xulek  735 Dîtin
îmřo danîştim le penay dîwar
’aciz û damaw, bê kes û ẍembar
dunya zor sarde befre û yexbenan
şexte û ziqûmî erz û asman
diłî min germe wek ateşxane
qirçey derûnim ełêy buryane
henasey serdim dûkełî asman
wêney tanceřo aw dê le çawan
derdî dunyayî dewrî lê dawim
nemawe hêz û twana û tawim
giriftarî derd řûy řojgarim
şew û řoj her şîn giryane karim
qet nebû řojê bebê xefet bim
le keyf û şadî le îsraḧet bim
her le xew daye bextî xewałom
qet pêş nekewtim le řefêqî xom
her řoj bo layê ser xom heł egirim
nazanim xwaye boçî namirim
letaw naçarî û deskurtî û nebûn
cerg û henawim gişt buwe be xûn
dexîl be pyawî řezîl û ałçax
diłî zamdarim piř buwe le dax
xisûs dewłemend le em zemane
da’îm le ḧîrsa dił perêşane
nawçewan da’îm tirş û tał û swêr
pîş exwatewe wek meymûnî nêr
hemîşe ẍemgînî be řoj û be şew
ne nanî nane ne xwardin ne xew
ger be des ew bê hejar namênê
’erd û berd û şax giştî esênê
řebî ba bes bê îḧtyacî namerd
ta be key pey pey henasanî serd
ta key be řûtî û çiłkin le naw ’am
ta be key lome û te’ney xas û ’am
emca be řeḧmet xalîqî bê bak
be teqdîrî xot tak û tenyay tak
bese heta key cewrî dunyay dûn
bese meynet û hejarî û nebûn
luqmeyî ḧełał zor be îsraḧet
lutfîNasnava edebî dawa ke le dergey řeḧmet