îmřo danîştim le penay dîwar

bextî xewałom
From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 2 minutes  353 views
îmřo danîştim le penay dîwar
’aciz û damaw, bê kes û ẍembar
dunya zor sarde befre û yexbenan
şexte û ziqûmî erz û asman
diłî min germe wek ateşxane
qirçey derûnim ełêy buryane
henasey serdim dûkełî asman
wêney tanceřo aw dê le çawan
derdî dunyayî dewrî lê dawim
nemawe hêz û twana û tawim
giriftarî derd řûy řojgarim
şewu řoj her şîn giryane karim
qet nebû řojê bebê xefet bim
le keyf û şadî le îsraḧet bim
er le xew daye bextî xewałom
qet pêş nekewtim le řefêqî xom
her řoj bo layê ser xom heł egirim
nazanim xwaye bo çî namirim
letaw naçarî û des kurtî û nebûn
cerg û henawim gişt buwe be xûn
dexîl be pyawî řezîl û ałçax
diłî zamdarim piř buwe le dax
xisûs dewłemend le em zemane
da’îm le ḧîrsa dił perêşane
nawçewan da’îm tirş û tał û swêr
pîş exwatewe wek meymûnî nêr
hemîşe ẍemgînî be řoj û be şew
ne nanî nane ne xwardin ne xew
ger be des ew bê hejar namênê
’erd û berd û şax giştî esênê
řebî ba bes bê îḧtyacî namerd
tabekey pey pey henasanî serd
ta key be řûtî û çiłkin le naw ’am
ta be key lome û te’ney xas û ’am
emca be řeḧmet xalîqî bê bak
be teqdîrî xot tak û tenyay tak
bese heta key cewrî dunyay dûn
bese meynet û hejarî û nebûn
luqmeyî ḧełał zor be îsraḧet
lutfîPen name dawa ke le dergey řeḧmet