be mergî xot qesem zahîd hemû ’umirit ’ubûrêke

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  2306 Dîtin
be mergî xot qesem, zahîd, hemû ’umirit ’ubûrêke
meqam û menziłit, axir, lekin cem’î qubûrêke
diłim berde eger şaxe, be çawî sûkî menwařê
bexořayî nesûtawe, emîşe kêwî tûrNava taybetêke
şu’a’î řût le gerdinda dyare dił desûtênê
binazim bem tecellaye, çi xurşîd û bilûrêke!
le xełwet hateder sofî, gił û berdî be serma da
meken men’î leber xełwe, ewîş taze ẍurûrêke
ẍemî çawit le çawimda, hemî qeddit le sînemda
leber sistî û ze’îfî ew xewêke, em xutûrêke!
be zahîr şadmanîme leber ketmî hemû derdan
ke nalîNasnava edebî ger binałênê emîş neş’e û surûrêke