were saqî be şîn û nedib û wawey

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  2408 Dîtin
were saqî! be şîn û nedib û wawey
ewa ferşî ḧeyatî xom dekem tey
dezanî xo deçîne cêy ẍerîban
be mergî xot eger çawan sya key!
gile nakem ewendey denke coyê
eger kelley serîşim piř le ka key
hemû weqtim du’aye: daxo key bê
be tîrêkim şehîdî kerbela key?!
çi xoşe min wekû tazî binûřim
etoş her wek ẍezaley beř heřa key!
be ḧesret ’umrî min yekbare fewta
meger ’umrê dubarem pê ’eta key
gutit: nalîNasnava edebî! eto bimre emin dêm
xuda key bê, xuda key bê, xuda key!