kewa zeřtayî yektayî dełêy xurşîdî afaqe

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  1089 Dîtin
kewa zeřtayî yektayî dełêy xurşîdî afaqe
mełê xurşîdî afaqe, biłê mîhrê kewa taqe
řeyaḧîn perçem û, lale kulah û, yasemen tuřře
benefşe xał û, nergis çaw û, guł zar û semen saqe
binazim dilberî xom çende piř wesif û çi bê ’eybe:
be çaw mest û, be dił huşyar, be ebro cût û hem taqe!
neway ahengî qedْ qametْErebî terîqî cem’î zuhhade
qed û qamit be lehcey řastî tûbayî ’uşşaqe
be zułfî toye wabeste, le min dił ger perêşane
be ebroy toye peyweste, eger taqet le min taqe
be nehrî kewser û şîr û ’esel çend tînuwe sofî
lebî nalîNasnava edebî duçendan bo lebanî le’lî muştaqe