wesfî řuxsarî le fîkirî benî adem be dere

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  2184 Dîtin
wesfî řuxsarî le fîkirî benî adem be dere
îbtîday medḧî demî wek xeberî bê’esere
new nîhalî qedî to ’er’ere, diłxiwahî mine
řaste diłdare, welê ḧeyfe ke wa bêsemere
qametî serwî, eger bê bere, boç narewene?!
to biłê zułfî eger dûkełe, boç narî bere?!
zułf eger dûkełe, dûkeł berî gułnarî nye!
serwe ger qametî, key serwî řewan barewere?!
be ḧeqî ceřřî heyasey zeř û kakołî serî
diłî gum geşteyî min kuşteyî pişt û kemere
bê eger bête derit, deydeye ber şeq wekû go
nîye zatîşî neyê dił, çi bika, quř be sere!
le demî nałeyî zarim, diłî piř zemzemekem,
welweley ḧelq û gerûy nalîNasnava edebî le gerdûn be dere