serim piř şorî neşkufte gułêkî baxî řîzwane

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 2 Xulek  512 Dîtin
serim piř şorî neşkufte gułêkî baxî řîzwane
ke bałay newnemamî ’adeta wek serwî bustane
’umûmî sebir û hoşim meḧwî wadî ḧîrete emřo
te’alełła eme bałaye ya serwî xeramane?
eme řoje le şewda der kewtuwe ya řû le naw zułfa?
cemale? ya lenaw kifra birîqey nûrî îmane?
diłî birdim kirîşmey çawî mexmûrî be tałanî
ke çî êstaş xerîkî ẍaretî dîn û ser û gyane
temennay wesłî herçend lê dekem wek mûsayî ’îmran
be ẍeyrî len teranîErebî nabîsim lew şoxe çaw cwane
min û derdî cyayî ta be key hamřaz û hawdem bîn?
fîday bałay nemamit bim bese em êş û hîcrane
eger ew le’lî dû lêwet mesîḧ asa nekat satê,
deway tay řoḧ û dił emřo, îtir ḧałim perêşane
wiłatî sînekem sûta, nema asarî ’îmranî
tikey qetrey zuxawî dê, ełêy seylî beharane
ela ey şoxî sîmîn saqî bê mîslî le dunya tak
diłî wek bêjenim bo to esîrî çahî zîndane
le şorî ’eşqî towe xo şi’ûrêkî nema şayqNasnava edebî
be da’îm her wekû mecnûnî leyla îşî giryane