ẍemzedey zulfim be ẍemzey çawî ḧeyranim deka

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  1845 Dîtin
ẍemzedey zulfim be ẍemzey çawî ḧeyranim deka
besteyî dawim xedengî tîrebaranim deka
’aşiqî zarim leser hîç ew nîgare demkujê
tîflî nadanim leser maçê le giryanim deka
da’yey awêne dînî kufre nek řuḧmêkî bê
ḧeqyetî bew çawe kałane ke tałanim deka
yarî min hergîz le qetłî ’aşiqî perway nîye
çunke řûmet şem’e boye ḧez be sûtanim deka
aw le çawanim leber zulf û ’îzarit dêne xwar
dûkełî ew mecmere herdem le giryanim deka
min dełêm: yaqût û řeyḧan xettî kamyan xoştire?
ew be ’eyyarî îşarey le’lî xendanim deka
qametî to nexlî tûre tel’etî to nûrî tûr
dem be dem wa wechî cîlwet mest û ḧeyranim deka
fîkirî zulifit ’îllete, wesfî demit nakem be dił
nîktegoyî pîşeme hewday perêşanim deka
řû le ebroy tom deka çawit be mujganî keçî
qîble nîşanim deda, kafir musułmanim deka!
pêm dełê: bigrî wefayîNasnava edebî ger esîrî lêwmî
ye’nî mirwarîm dewê, çî nirxî mercanim deka?!