řûy diłim da’îm le qapî řeḧmet û îḧsante

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  329 Dîtin
řûy diłim da’îm le qapî řeḧmet û îḧsante
herçî hîwame be řeḧmî ’amî bê payante
ger lejêr badî gunaha têk şikawe qametim
xo umêdim her be ’efu û bexşiş û ẍufrante
herçî bim ’ebdêkî xotim, aferîdey zatî tom
ummetî ew şehryarem, xawenî qur’ante
serwerî ’alem miḧemmed, pêşeway enbya
xoşewîstî xasî zatî eqdesî subḧante
fexrî kul hadî subil, xetmî ’umûmî murselîn
şafî’î řojî ceza bo gişt gunabarante
bende ’ebdêkî hejarim bê des û bê destełat
da’îmen çawim le xwanî nî’met û îḧsante
qetreyek lew beḧrî cûdet îḧtyacim defi’ eka
zeřřeyek ’efut kefafî řû řeşî dîwante
beşqî ew pêẍembere û esrarî nawî e’zemit
beşqî giştî enbya û herçî pyaw çakante
beşqî ew nûret ke ew pêẍemberey hênaye dî
nûrekey řûntir le řojî çwaremîn asmante
sa bezeyt bê to be şahoNasnava edebîy lanewaz û bê kesa
çunke da’îm her be hîway řeḧmetî řeḧmante