barî gunam girane beser şanî řêşewe

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  268 Dîtin
barî gunam girane beser şanî řêşewe
etlêmewe hemîşe le tawa be êşewe
nefsim ewende serkeşe serşêtî kirdûm
tûşim buwe be tûşî şewî gurgemêşewe
şeytane kwêre negbetekeyş xo bebê wiçan
çîm bo xirape ewme ekat her be řîşewe
bêcge lemane komełî xêłê yuwesْwîsuErebîyiş
çek awdiraw be jarî piř azar û êşewe
hełmet ehênne ser diłî řêşim be řoj û şew
ewyan be tîr û şîr û emî tir be nêşewe
dujmin ewende zor û minîş pîr û natewan
bo cengî em girohe be çî biçme pêşewe?