diłî zarim hemîsan çawekem meşẍûłî giryane

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  303 Dîtin
diłî zarim hemîsan çawekem meşẍûłî giryane
wekû bułbûł lebo ẍunçey lebî le’ilit ẍezel xwane
lenaw tennûrî sînemda biłêsey agirî dûrît
şerarey dête der da’îm, dełêy tennûrî qîrane
le dûrît xwênî dił coşaw û çawim hewrî sûrî kird
şew û řoj xwên debarênê ełêy seylaw û barane
çize û qirçe û piřûzey cerg û dił wa ’alemî piř kird
be çawî to qesem berdîş be ḧałim sîne nałane
’ezabarim, lîbasim matem û şîne le dûrîy to
xurakim xwêne, şadîm şîwen û feryad û efẍane
be řengî zerd û cestey xesteya me’lûme wa şahoNasnava edebî
nexoşî derdî ’eşqî toye wa ḧałî perêşane