dił ewa sûta be dûrît derd û dermanim were

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 2 Xulek  504 Dîtin
dił ewa sûta be dûrît derd û dermanim were!
wexte qirçem tê kewê bot mahî tabanim were!
bê mezey ’ennabî lêwit tałe û ewqatim gelê
merhemî zexmî derûn û qelbî buryanim were!
hênde şêwawim be mergit mergî xom cejne le lam
şoxî çîn, duřřî semîn, le’lî bedxişanim were
xwardinim xwêna û zehre, bê to şadîm şîwene
yarî guł řuxsarî min, salarî cwananim were
dił ewa bot kewte qe’rî beḧrî bê payanî xem
wasîtey tefrîḧî qelbî piř le fîraqim were
memkuje tuxwa be hîcran cwane mergîşim meke
derd û dermanim be xote zû ke luqmanim were
wexte peř der kem le dunya dûr kewm, biçme sema
ta ledes neçûm de sa dey mahî ken’anim were
řoḧ û dił çawyan le řête çaweřêy teşrîfî ton
yarî şeh ře fitarekem dermanî zamanim were
textebendî cête sînem, berdebazî řête ser
xakî jêrî pête dîdem, şoxî dewranim were
ga û gerdûnit ekem şîrîn ḧeyatî cawîdan
bo beła gerdanî bałat qoçî qurbanim were
wek semawer sînekey bo to e coşê şayqNasnava edebît
şerbetî gyan! şoxî çaw cwan! nûrî îmanim were!