bedre kułmî lami’it ya řojî burcî çwareme

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  439 Dîtin
bedre kułmî lami’it ya řojî burcî çwareme?
şîre ebrot ya hîlalî qewsî tîrî řosteme?
muşterî û zuhren beranber ya dû kułmî ałtin?
kanî mercane eme? yaqûtî cane? ya deme?
daneyî xałe eme? ya muşke? ya hîndûy ḧebeş?
sunbulî zułfeyne? ya dawî diłanî piř ẍeme?
řaḧetî řoḧ û tene? ya lêwî şekkerbarte?
goy zeqen ya sêwe? wa sûr û taze û xuřřeme?
yasemîne wa be qedta pexşe ya gêsûy syah?
ya sewadî řeşkî muşkî ahuwe ya perçeme?
memke ya řumane? ya funcanî şîr û şekkere?
purteqałî kałe ya çeşmey ḧeyatî ’aleme?
elfe ya xo ’er’ere? lewlawe ya nexlî îrem?
qamete yaxo qyamî ḧeşrî ałî ademe?
çînî egrîcen beser řûta perêşanin mudam?
ya sewadî řeşkî muşkî ahuwe ya perçeme?
yaxwa şayqNasnava edebî fîdat bê! hełse! zû ke! bêre lam!
şekker efşane lebim cana be maçî şewtewe