řoḧ le hêlaney wicûda meylî perwazî heye

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  277 Dîtin
řoḧ le hêlaney wicûda meylî perwazî heye
arezûy tîrî xedengî nîm nîgay nazî heye
’aşiqe çî bika qerar û sebir û aramî nîye
xesteye derdî girane ḧałî nasazî heye
nałe nałî dengî «ya leyla»y le sînem dête gwê
werne seyrî dił qewanî şor û şehnazî heye
agirî tîjî şerarey ahî ’alem sozî min
dûkełî tarîk û kirpe û şu’leyî ẍazî heye
xatîmey hêna be řoḧim nawkî mujganî yar
ta biłên ew şoxe tîrî çawî ẍemmazî heye
elfî xettî îstiway bałayî leylakey emin
şox û şenge řeng û şêwey gułbunî nazî heye
nûkî nêşî zulfeqarî tîjî dû ebroyî yar
sed hezaran ’aşiqî kujrawî bê nazî heye
çawî mexmûrî hemîşe bo şikarî murẍî dił
hełmetî şahênî řawî û çabukî bazî heye
dawî zułfî xawî dana bo diłanî ’aşiqan
şayqNasnava edebîyişî pêwe bû nałînî bê nazî heye