gułim tuxwa ewend bo çi bê mecaz û ’ehd û peymanî

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  275 Dîtin
gułim tuxwa ewend bo çi bê mecaz û ’ehd û peymanî?
legeł yaranî yek dił her be kîne û ’îciz û ’înwanî
emin dadim ledest ’înwan û ḧîley to bû êstakeş
leser řay em hemû ’înwane hawřazî řeqîbanî
be şimşêrî birot xot kird be celladî minî bêkes
meger lat waye bo çi ermenîm xoyşit musłimanî?
ledes em bê mecazî toye da’îm dił enałênê
’eceb yarêkî ẍeddar û ẍerîb û fêł firawanî
sifûfî leşkirî mujganî xwênřêjî şeř’engêzit
hucumî kirde ser eqlîmî dił girtî be tałanî
le katî ’îşweda gahê temaşam key be goşey çaw
lebo qetłî dił û gyanim xerîkî tîre baranî
diłit bo çi wa řeqe derḧeq ewaney ’aşiqî řûtin?
lelat waye eger xot wa nebî nałên le yaranî
nexoşî derdî ’eşqî tom û wa da’îm enałênim
be lutfê to ’îlacim key ke xot luqmanî dewranî
xway hênaye ḧacet çaw bełek şayqNasnava edebî heta mawe
be şehdî şerbetî lêwit dewa key qelbî buryanî