min ke to yarim nebî îtir jyanim bo çîye

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  1351 Dîtin
min ke to yarim nebî îtir jyanim bo çîye?
çî le şewq û zewqî dunya kem? cîhanim bo çîye?
dîdeyek toy pê nebînim, kwêr bê ya řebbî ebed!
nawî ẍeyrêk ger berê, lał bê! zubanim bo çîye?
dił eger bo to nebê ya řeb eberTeksta ne aşkira xencer kewê
ba let û kut dakewê bo xoy, diłanim bo çîye?
bê cemałit guł hemû xarî muẍeylanin lelam
bê to ey şoxî zeman! seyrî gułanim bo çîye?
ger behşitîşim be tenya pê biden řojî ceza
namewê toy tya nebê, ḧaşa! cînanim bo çîye?
dîn û dunyay toye şahoNasnava edebî! ḧor û ẍîlmanî etoy
ca ke wextê tom nebê her dû cîhanim bo çîye?