meşşate ke şaney leserî zulfî senem da

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  1752 Dîtin
meşşate ke şaney leserî zulfî senem da
aşuftegîy ḧałî wefayî le qełem da
qurban were seyrêkî dił û ’alemî dił ke
her zewqe be dił, şewqe le ser, ahe le demda
awêneyî dił wa le celada be tecella
dêwaneyî řût keyNava taybet le heway şewketî cemNava taybetda?
bo xatrî xendêkî be řengî guł û baran
’aşiq eweta her kułî giryanî le demda
xendey gułî zarit ke nebû ba’îsî mestîm
bo çî diłî min destî le gułzarî îrem da?
axir segî xakî derî to bûm be cudayî
mirwet nebû tîẍit le serî seydî ḧerem da
řoḧim be nîsarî qedemit! bo çî deřencêy?
řoḧim ke be min baye, wekû dił, çîye? demda!
wa ’aşiqî zar û kemerî toye wefayîNasnava edebî
lew nêwe wicûdêke le beynî dû ’edemda