meşşate ke şaney leserî zulfî senem da

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 1 minutes  1567 views
meşşate ke şaney leserî zulfî senem da
aşuftegîy ḧałî wefayî le qełem da
qurban were seyrêkî dił û ’alemî dił ke
her zewqe be dił, şewqe le ser, ahe le demda
awêneyî dił wa le celada be tecella
dêwaneyî řût keyNamed-Entity le heway şewketî cemNamed-Entityda?
bo xatrî xendêkî be řengî guł û baran
’aşiq eweta her kułî giryanî le demda
xendey gułî zarit ke nebû ba’îsî mestîm
bo çî diłî min destî le gułzarî îrem da?
axir segî xakî derî to bûm be cudayî
mirwet nebû tîẍit le serî seydî ḧerem da
řoḧim be nîsarî qedemit! bo çî deřencêy?
řoḧim ke be min baye, wekû dił, çîye? demda!
wa ’aşiqî zar û kemerî toye wefayîPen name
lew nêwe wicûdêke le beynî dû ’edemda